01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku teyareyên Hêzên Çekdar ên Tirkan li ser îstixbaratan operasyon birin ser dorberê Licê û Heftanîna li bakurê Iraqê, teyare piştî operasyonên serkeftî zivirîn baregên xwe.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku do li Heftanîna herêma li bakurê Iraqê di navbera saet 09.05 û 09.15an da teyareyên şer operasyon birin ser ciyên ku ÎHAya lê şikeft û terorîst tesbît kirin û di operasyonê da şikeft hatin îmhekirin.
Li heman herêmê di navbera saet 12.04 û 13.31î da jî teyareyan ji hewayê êrîş kirin û di êrîşan da şikeft û stargehên ku hatibûn tesbîtkirin hatin îmhekirin.
Operasyon birin ser çola Licê
Wek mayîn do di navbera saet 18.02 û 18.07an da teyareyên hêzên hewayê li ser îstixbaratê operasyon birin ser çola Liceya navçeya Diyarbekirê, di operasyonê da 2 hedefên ku hatibûn tesbîtkirin hatin îmhekirin.
Teyare piştî operasyonên serkeftî zivirîn baregên xwe.