13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Atalay Filizê ku bersûcê 3 cinayetên li Stenbol û Enqereyê ye û polês lê digeriya, li Îzmirê hat girtin û piştî karûbarên li Midûriya Emniyetê, sewqî edliyeyê bû.
Atalay Fîlîz bi îdiaya kuştina Fatma Kayikçiya diya 2 zarokan ku mamosteya dîrokê bû û li taxa Postaneya li kolana Yaliboyuya Tûzlayê rûdinişt û Goktug Demirarslan û hevala wî ya bi navê Elena Radchikova, hat girtin. Karê Filiz li Midûriya Şaxa Asayîşê kuta bû.
Filiz bi wesaîta bizirx ji emniyetê derxistin û birin Edliyeya Anadoluyê ya li Kartalê.