13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
İSTANBUL
Atalay Filizê ku bersûcê 3 cinayetên li Stenbol û Enqereyê ye û polês lê digeriya, li Îzmirê hat binçavkirin û piştî karûbarên li Midûriya Emniyetê, sewqî edliyeyê bû, hat girtin.
Hakîmiya Cezayê Sulhê ya 8emîn ya Anadoluyê ya nobedar piştî jêpirsîna ku saetekê kişand, derbarê Atalay Filizê ku Fatma Kayikçiya mamosteya dîrokê bipaln kuşt, biryara girtinê da. Hakîmiyê hukum kir ku derbarê "talankirina binîtelîk" da têra xwe delîl nehatin bidestxistin.
Filiz piştî karûbarên li dadgehê şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.
-Bûyer
Cinazê Fatma Kayikçiya ku diya 2 zarokan e, mamosteya dîrokê ye û li taxa Postaneya li kolana Yaliboyuya Tûzlayê rûdinişt, di 28ê gulanê da li ber mala wê hatibû dîtin. Hatibû ragihandin ku Atalay Filiz ji bilî kuştina Kayikçiyê, Goktug Demirarslan û hevala wî ya bi navê Elena Radchikova jî kuştiye.
Ji bo cinayetên Enqerê polês 3 sal bûn li Atalay Filiz digeriya. Hatibû gotin ku Filiz jî bi nasnama sexte va çûbû derveyî welêt demekê şûnda vegeriya bû Stenbolê û xwe bi nasnavekî din dida nasîn.
Li gor agahiyê ekîbên Midûriya Emniyeta Navçeya Menderesê li ser îxbareke ku hat gotin, yekî ku dişibe Atalay Filiz li navçeya Menderesê li mînîbuseke rêwiyan siwar bû ku biçe Îzmirê. Ekîban li ser vê îxbarê xebat dabû destpêkirin. Ekîban li nêzî Midûriya Emniyeta Navçeya Menderesê minîbus dabû sekinandin û kesê ku çente li piştê ye û dişibe Atalay Filiz ji bo tesbîtkirina nasnameyê û ji bo şoptiliyê biribû emniyetê. Li emniyetê piştî lêkolînê derketibû holê ku ew kes Atalay Filizê ku 3 kes kuştine ye. Atalay piştî kar û barên li emniyetê sewqî dadgehê hatibû kirin û dadgehê ew bi daxwaza girtinê şandibû dozgeriyê.