Haydar Şahin
21 Îlon 2018•Rojanekirin: 25 Îlon 2018
ANKARA
Lêkolînerên Zanîngeha Neteweyî ya Awistralyayê li peravê Behra Sipî ya di navbera Rûsya û Fînlandiyayê da fosîleke heywanan a 558 milyon salî ya ji heyama Edîakarayê maye dîtin.
Di fosîla ji famîlyeya Dickinsoniayê da molekulên rûn hatin dîtin. Hin zanyar dibêjin ev delîl e ku fosîl ya heywanekê ye.
Dirêjahiya fosîlê 1,4 mêtre ye, di fosîlê da rêçên wekî parxanan hene. Bi van taybetiyên xwe va fosîl bû fosîla herî kevn.
Zanyar dema organîzmayên kompleks ên pirhucre ji hev derdixin gelekî tengasiyê dikişînin. Hetanî nika lêkolînerên cuda ji fosîlên wiha ra gotin amîp, kewz an jî parazît. Tê gotin ku ev forma di navbera nebat û heywanan da ye.
Cureyên heywanan ên ku nika tên zanîn 540 milyon sal berê di hema jê ra dibêjin "Teqîna Kambriyen" da derketin holê. Fosîlên heywanan ên herî kevn yên vê heyamê ne.