Muhammet Kurşun
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ANKARA
Li hemû Tirkiyê dê germbûna dinyayê bi awayekî ku were ferqkirin, 5-9 pile derkeve ser rewşa normal.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, hefteya pêşiya me dê germahî tesîra xwe zêdetir bike.
Heta hefteya pêşiya me baran nayê çavnêrîkirin, lê li hemû herêman dê kêmewr û sayî be.
Germahiya herî zêde dê bi 40 pileyî li Diyarbekir û Ûrfa, bi 37 Aydin û Bûrsa, 36 Edene û Antalya, 35 Enqere û Îzmîr, 34 Konya û Afyonkarahisar, 33 Stenbol û 31 pileyî jî li Trabzon û Erziromê be.