25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
NEW YORK
Zanyaran di rêgeha sitêrka Proksîma Centauriyê da gersitêrkeke ku dişibe dinyayê dît.
Lijneya "Pale Red Dot" a ku ji zanyarên navneteweyî pêk tê piştî lêkolînên ku demeke dirêj ber xwe dan keşfa xwe eşkere kirin.
Di daxuyaniya zanyaran da hat diyarkirin ku gersitêrka ku teze hat dîtin dişibe dinyayê û di rêgeha Proxima Centauriya ku wek "sitêrka cuce ya sor" tê zanîn û ji tevê piçûktir û sartir e da ye.
Gersitêrka ku zanyarên navneteweyî li rasatxaneya La Sîlaya li Şîliyê piştî xebatan dîtin 1,3 qatî dinyayê ye û qasî 1,2 salên roniyê dûrî dinyayê ye.
Zanyarê keşfa xwe di kovara Natureyê da biweşînin.