02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li ser hesabê xwe yê Twîtterê tweetek avêt û wiha got: "Welatiyên me divê di medyaya civakî de bi berpirsyarî tevbigerin, tiştên ku feydeyê bide armanca rêxistinan parve nekin, ev giring e. Divê bê zanîn ku gotinên pesnê terorê didin sûc e û ev sûc wê bên cezakirin."
Yildirim di peyama xwe ya Twîtterê de wiha nivîsî: "Ferqa rêxistinên terorê ji hevdu tune. Armanca hemûyan mirovan bêyî ku gunehê wan bê kuştin e û di civakê de tirs û fikarê çêkirin e. Welatiyên me divê di medyaya civakî de bi berpirsyarî tevbigerin, tiştên ku feydeyê bide armanca rêxistinan parve nekin, ev giring e. Divê bê zanîn ku gotinên pesnê terorê didin sûc in û ev sûc wê bên cezakirin."