Ekip
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ANKARA
Dîrektorê Tirkiyeyê yê Bankaya Dinyayê Johannes Zutt got ji ber sedema guherîna av û hewayê ji sala 2030an pê va li giştiyê cihanê 100 milyon kes wê feqîr bin.
Zutt li Otela Hîltonê beşdarî civîna "Projeya Ji bo Tirkiyeyê Pêşvabirina Herêmên Pîşesaziya Organîze ya Hêşîn" bû û li wir axivî.
Zutt got salên li pêş me ji bo ku mirov adapteyî pêvajoyê bibin û tesîrên wan kêm bikin bi giştî 170 milyon dolar veberhênan wê bên kirin.
Zutt anî ziman guherîna av û hewayê yek ji xebateke girîng a Bankaya Dinyayê ye û armanc ew e ku li welatên asta herî dawîn a ji sedî 40î de dahat û refah bê parvekirin.
Zutt got bernameyên ji bo feqîrî kêm bibe û refah zêde bibe tên kirin di heman demê de dibin sedema guherîna av û hewayê û wiha axivî: "Ji ber guherîna av û hewayê ji sala 2030an pê va li giştiyê cihanê 100 milyon kes wê feqîr bikevin."
Ji bo belavbûna xaza serayê Zutt got ji sedî 10ê wê ji hêla endustriyê va derdikeve holê, li gor hin texmînan jî ji sedî 25ê wê ji ber endustriyê ye.
Zutt behsa feydeya guherîna av û hewayê kir û wiha axivî: "Ji hêla din ve hin feydeyên guherîna av û hewayê jî hene. Mînak li salên pêş me ji bo adaptebûna guherîna av û hewayê û kêmkirina tesîrên wê li giştiyê dinyayê 170 milyon dolar veberhênan wê bên kirin."
Zutt got di sektora pîşesaziyê da ji bo guherandina tesîra guherîna avûhewayê li Tirkiyeyê xebatên li ser vejena xweveger, depokirina vejenê, cotkarî, pîşesazî, gihandina bajaran, avahiyên kesk, rêvebirina sergoyên bajaran tên kirin.
- Li 4 HPOyan îmkana veberhênana 350 milyon dolarî
Midûrê Giştî yê Berderiyê ya Wezareta Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Anil Yilmaz diyar kir ku Projeya HPOya Kesk ji sê projeyên girîng ên wezaretê yek e, xebatên amadehiya projeyê di mijdara 2016an da dest pê kirin, di sibatê da jî derketin qadê û dest bi xebatan kirin.
Yilmaz got ku di vê çarçoveyê da xebatên agahdarkirin û serwextkirinê dewam dikin, di projeyê da bi 4 herêmên pîşesaziyê yên li Bursa, Îzmir, Edene û Enqereyê ra dixebitin.
Yilmaz diyar kir ku xebatên li qadê 3 mehan dewam kirin, di xebatên ku bi pisporên xwecî û biyanî ra kirin da xebatên etudê domandin, mewzuat û amûrên fînansê analîz kirin, ji bo HPOya lîsteya rê û rêzikên neteweyî amade kirin, ji bo herçar HPOyan pîlanên cuda cuda amade kirin.
Yilmaz got proje hem ji aliyê hawirdorê hem jî ji aliyê aboriyê va kêr tê û wiha pê da çû: "Li 4 HPOyan bi tevahî îmkana veberhênana 350 milyon dolarî heye. Kêmzêde di navbera 3,7 sanal da ev veberhênana li xwe vedigere."
Yilmaz bi bîr xist ku li Tirkiyeyê 300 HPO hene û got, "Li 74 HPOyan rêveberiya vejenê û li 54 HPOyan jî rêveberiya hawirdorê hene, 83 HPO jî xizmeta rêveberiya HPOyê distînin."