Ekip
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê otomobîla xwemalî ya Tirkiyeyê de got: "Otomobîla Tirkiyeyê dê bibe pêşenga pêngava çaremenîn a geşedanê."
Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan, di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de axivî û li ser rojevê nirxandin kirin.
Erdogan di axaftina xwe de li ser îstifa û destlikarkişandinên rojên borî yên şaredarên AK Partiyê kir û wiha got:
"Di vê pêşbaziya alayê da ez sipasiya hevalên ku dev ji şaredariyê û teşkîlatan berdan dikim. Ez ji bona hevalên hatin ciyê wan jî serkeftinê dixwazim. Malbata AK Partiyê malbateke mezin e û her dem pêwistî bi her kesî çêdibe. Divê kes nexeyide. Lewra partiya me her dem xwe nû dike û her dem îmkanên teze yên xebatê çêdike. Loma jî hevalên me yên dev ji wezîfeyê berdan wê di nav vê malbata mezin da bixebitin, ked bidin û projeyan çêkin."
Ji bo geşedanên dawîn û li herêmê û Tirkiyeyê jî wiha nirxandin kir:
"Sokullu Mehmet Paşa ji Balyozê Vendîkê ra wiha dibêje: 'Me bi sitandina Qibrisê va dest û milê we birrî, we jî li Înebahtiyê riha me kurr kir. Riha ku were kurrkirin ji berê zêdetir derdikeve lêbelê dest û milê hatiye birrîn nayê şûna xwe.' Ambargoyên eşkere û veşartî, nigên ku diavêjin ber me, durûtiya ku her tim nîşanî me didin helbet me dixin tengasiyê. Lêbelê ev tengasî wek kurrkirina riha me ne. Ligel vê em projeyeke bi sedan salî xirab dikin û milên wê dibirin."