28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Mehmet Ekînciyê hakimê berê yê doza Odatv û Şîkeyê yê ku di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê da duh li Yalovayê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Ekîncî anîn Qesra Edaletê ya Bakirkoyê û bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî celseya dadgehê bû.
Dadgehê ji ber riska revînê û delîlên der heqê wî da zêde ne biryara girtinê da.
Hat ragihandin ku wê Ekîncî bişînin Saziya Înfazê ya Cizayê Silîvriyê.