28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
BATMAN
Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî: "Vê zivistanê jî ewladên me şikeft bi şikeft digerin û ji terorîstan ra dibêjin 'hûn li ku derê ne' û li her derê li wan digerin. Li ku derê dibin bila bibin em ê wan bibînin û ceza bikin."
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî, Selamî Altinokê Midûrê Ewlehiya Giştî û Orgeneral Yaşar Gulerê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan hatin Batmanê.
Soylu û yên pê ra li Midûriyeta Şaxa Hereketa Taybet a Batmanê bi polêsan ra hatin bal hev.
- Teror qedera vê derê nîne
Soylu dia û peyama Serokomar û Serokwezîr gihande welatiyan û diyar kir ku hêzên ewlekariyê têkoşîna dijî terorê demeke dirêj e bi alîkariya milet didomîne û ev jî pêvajoyeke girîng e.
Soylu got ku teror qedera vê herêmê nîne û ew ê bi hev ra vê ji qedertiyê derxin, di vê mijarê da biryardar in û amadehiyên xwe ji bo vê dikin.
Soylu diyar kir ku piştgiriya ku îro gel dide nîşana vê ye heqê malbat, dê, bav, zarok, ciwana ye ku li vê derê di nav ewlehiyê da bi hizûr bijîn.
Wezîr Soylu wiha axivî: "Hûn merivên bi qudret û bi cesaret in. Me hemûyan li welêtî hin wezîfe hene û em dikin. Hinek ji bo welêt şev û roj nobetê digirin. Îsal jî eskerên me wê terorîstan bi gaziya "hûn li ku derê ne?" li wan bigerin. Ev demeke me tespît kiriye li çiya jimara terorîstan kêm bûye. Êdî terorîstên li çiya ne ji ber arîkariya gelê me û ji hêza esker û polêsan ditirsin û direvin. Ew birevine ku derê bila birevin em ê wan hundir an derva ferq nake muheqeq bigirin û ceza bikin."