03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê Komeleya Esnaf û Zenaetkaran (KES) Mahmut Çelikuş diyar kir Halkbanka ku yek ji giringtirîn bankeya qamûyê ya Tirkiye û esnafan e, di bin dorpêçeke duyemîn da ye.
Çelikus di daxuyaniya xwe ya nivîskî da tewqûfkirina Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla ya li Emrîkayê nirxand.
Çelikus di nirxandina xwe da destnîşan kir, "Halkbanka ku yek ji giringtirîn bankeya qamûyê ya Tirkiye û esnafan e, di bin dorpêçeke duyemîn da ye" û wiha pê da çû:
"Halkbank berê jî bibû hedefa dafika 17-25ê Berfanbarê. Wê çaxê nirxa hîseyên wê piçekî şkestibû, lê di kurtedemekê da bi xwe va hat û ciyê xwe yê di piyaseyan da careke din wergirt. Em wekî civata esnaf û zenaetkaran vê êrişa dijî bankeya me ya neteweyî şermezar dikin.
Em dixwazin ku tawanbariyên der barê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla da bên zelalkirin û di wextekî nêzîk da bê berdan."