Nihat Kavşut
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
ŞAM/ANKARA
Li Xutaya Rojhilat ya herêma Şamê ya di bin dorpêça rejima Beşar Esed û alîgirên wê da ye digel şert û mercên dijwar xelk jiyana xwe didomîne.
Li Xutaya Rojhilat qederê 500 hezar kes 4 sal in di bin dorpêça rejima Esed da heyata xwe ya rojane dewam dikin.
Li herêma di bin dorpêça rejim û komên terorîst da qedexe heye û loma jî alîkariya însanî naçe herêmê.
Xutaya Rojhilat beriya şer navenda ticaret û jiyana civakî bû û niha jî ji ber bombebaranê xera bûye û piraniya xelkê herêmê mal û halê xwe terikandine.
Ji ber dorpêçê xelkê herêmê di nav şert û mercên dijwar da dijî.