Muhammet Kurşun
27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
ANKARA
Berdevkê HDPyê û Parlamenterê wê yê Ûrfayê Osman Baydemir, der barê referandûmê de diyar kir ku dê partiya wan bêje "na".
Baydemir, li Navenda Giştî ya HDPê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê daxuyanî dan, pirsên rojnamevanan bersivandin.
Baydemir bal kişand ser derbeya postmodern a 28ê Sibatê û wiha axivî:
"Derbekarên 28ê Sibatê wê demê parlamenteriya Merve Kavakçiyê betal kiribû, muqtedirên niha jî ya Fîden Yuksekdagê betal dikin. Di serî de hevserokên HDPyê 13 parlamenterên me li hepisxanê digirin. Nazli Ilicaka ku wê demê li pişt Kavakçiyê sekinî îro di hepsê de ye."
- "Dê HDP bêje 'na'"
Baydemîr behsa referandûmê jî kir û got: "Hikûmetê di demên berê de rewşa neasayî rexne dikir û bi rakirina wê pesnê xwe dida, lê niha rewşa neasayî kirine halê rejimê."
Baydemir wiha pê de çû: "Tirkiye ber bi qonaxeke muhîm ve diçe û xelk dê rewşê diyar bikin. Partiya me HDPyê wê di referandûmê de bêje 'na'."