27 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
ANKARA
Piştî ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bertek nîşanî HDPê da ku ew şewata daristana Kumlucaya navçeya Antalyayê wek şewata Liceya navçeya Diyarbekirê nîşan didin, li ser vê HDPê lêborîn xwest.
Li ser hesabê Twîtterê yê HDPê ya îngilizî HDPê hat îdiakirin ku artêşa tirkan li Liceyê daristanê dişewitîne.
HDPê li ser Twîtterê wêneyên şewata Kumlucaya navçeya Antalyayê parve kir û wek ku ev şewat li Liceyê çêbûye wiha got: Artêşa tirkan şewateke mezin a daristanê derxist û gundên çiyê yên li herêma kurdan xirab kir."
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu êvarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî HDPê da û wiha nivîsî: "Şebekeyên îxanetê û şaxên wan ên siyasî şewata Kumlucayê wek şewata Liceyê nîşan didin û nemerd tevdigerin."
Piştî peyama Çavuşoglu li ser hesabê Twîtterê yê HDPê ya îngilizî vê carê ev peyam hat weşandin: "Wêneyekî şewata li Kumlucayê bi xeletî wek ku ya Liceyê ye hatiye parvekirin. Ji ber vê em bi dil û can lêborînê dixwazin."