27 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
BATMAN
Li Batmanê kamyonet wergeriya şarampolê û qeza çêbû. Di qezayê da 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, malbatên Tuncer û Aryuz wek xwezginî çûn Kiliça gundê navendê. Her du malbat li kamyoneta ku kasa wê vekiriye siwar bûn û berê xwe dan gund, lê kamyoneta ku Ugur Tuncer diajot û plaqa wê 41 TE 110 e, piştî ku vegeriyan mala xwe wergeriya.
Di qezayê da Kadrî Tuncer, Dîlan Tuncer, Abdullah Tuncerê û Bîlal Aryuz ji kasa kamyonetê pekiyan, lê şofêr Tuncer û Selîme Tuncer, Muhlîse Tuncer û Bayram Aryuzê kêleka şofêr di kamyonetê da asê man.
Îtfaiye û ekîbên AKUTê kesên asêmayî ji kamyonetê derxistin.
Di qezayê da Selîme Tuncer û Muhlîse Tuncer li cihê qezayê can dan, Bayram Aryuz jî rakirin nexweşxaneyeke taybet, lê ew jî xelas nebû.
Birîndarên din rakirin nexweşxaneyan û tedawiya wan dewam dike.