Tirkiye

"Hefteya pêş me pêşnûmayeke bi 9-10 xalî wê bê Meclisê"

Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku hefteya pêş me wê pêşnûmayeke ji neh-deh xalî pêk tê û hilbijartinê eleqedar dike bê Meclisê.

Abdullah Tel  | 20.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
"Hefteya pêş me pêşnûmayeke bi 9-10 xalî wê bê Meclisê"

Ankara

ANKARA

Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Pêşnûmayeke bi neh-deh xalî ku hilbijartinê eleqedar dike di hefteya pêş me da wê li Meclisê be."

Serokwezîr Yildirim nimêja înê li Çankayayê li Mizgefta Bagcilara Jêr kir û piştî ku ji mizgeftê derket daxuyanî da rojnamegeran û pirsên wan ên der barê rojevê da bersivand.

Der barê qanûnên ahengê da ragihand ku ew hûrgiliyan di nav xwe da dihewîne û wiha pê da çû: "Rê û rêgezên namzedê serokomariyê ku wê bi 100 hezar îmzeyî va bê nîşandan jî di vê pêşniyazê da heye. Di vê da şertê noterê filan tuneye. Welatiyên me yên ku dixwazin yekî namzed nîşan bidin bi destûrê, agahiyên di nasnameya wî da wê parve bikin û diyar bikin ku wî wek namzed nîşan didin."

Daxuyaniya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya li ser hilbijartinê jî rexne kir û got: "Bira ew vegerin pêşiyê li karên xwe mêze bikin. Ji ser ra sal û nîvek serbas bû li Amerîkayê hê nîqaşên 'di hilbijartinê da hîle û karên dereqanûnî hatin kirin' dewam dikin. Amerîkayî heke dixwazin hilbijartinê bibînin bira werin Tirkiyeyê. Bira dewsê bibînin hela ka zelal e yan zelal nîne."

Rojnamegeran bûyerên ku duh êvarê di pêşbirka navbera Beşîktaş û Fenerbahçeyê da derket û serê Şenol Guneş şikest jî bi bîr xistin û Serokwezîr Yildirim bûyer şermezar kir û got: "Êrîşa li dijî Şenol Guneşê Dîrektorê Teknîkî yê Beşîktaşê tu carî nayê qebûlkirin, ez şermezar dikim. Federasyona Fitbolê lêkolîn û lêpirsînên hewce dike, dibe serî. Kesên berpirsyariya wan hebin wê cezayê xwe bikişînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.