09 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
ST. PETERSBURG
Serokomar Erdogan bal kişand ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê û wiha got: "Herêm di qada siyasî da li benda hin tiştan e û hêviyan ji me dike. Bawer im bi saya hevkariya me wê hin pirsgirêkên li herêmê jî werin çareserkirin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li St. Petersburga Rûsyayê li Qesra Konstantînovskî bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Pûtîn da behsa têkiliyên tirkan û rûsan kir û wiha got: "Ez wisa bawer dikim ku ev gava ku me niha avêt û bi yên ku em ê biavêjin va em ê bikevin nav pêvajoyeke cuda. Piştî hewldana derbeya 15ê tîrmehê dema ku we wek serok telefonî me kir, him hemû heyeta me û him jî hemû gelê me kêfxweş bû."
Erdogan di hevdîtina digel Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn da wiha got: "Herêm ji hêla siyasî li benda me ye. Ez wisa bawer dikim ku hevkariya me yê alîkariyê bide çareserkirina kêşeyên herêmê."
Erdogan ji bo serdana xwe li Rûsyayê da wiha wiha got: "Tevî vê ziyaretê em kêfxweş in ku wê civînên konseyê yên asta bilind ên şêwrê ku dora me hatibû jî wê dest pê bikin. Gelek têkiliyên dualî yên li ser maseyê sekinandî ne hene, herêm di qada siyasî da li benda hin tiştan e û hêviyan ji me dike. Bawer im bi saya hevkariya me wê hin pirsgirêkên li herêmê jî werin çareserkirin."
Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Putîn jî got ku normalbûna têkiliya herdu welatan bi xêra gelê herdu welatan e.
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn wiha got: "Serokomar Erdogan digel bûyerên ku li Tirkiyeyê qewimîn hat Rûsyayê, ev nîşan dide ku dixwazin têkiliyên navbera her du welatan da normalîze bibin."
Valadîmîr Putîn der barê hewldana derbeya FETOyê de diyar kir ku Rûsya li hember hemû tevgerên li dijî zagonê ye û wiha got: "Ez hêvî dikim ku gelê tirk bi rêvebiriya we va dê vê pirsgirêkê çareser bike."
Serokê Devleta Rûsyayê Pûtîn got ku ji bo wî derfeta hevdîtinê ya bi Serokomar Erdogan ra dît kêfxweş e.
Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Şêwirmendê Polîtîkaya Derva ya Kremlînê Yurî Uşakov hazir bûn.