Haydar Şahin
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji bo lîstika zarokan amûrên lîstikê û bankan datînin hewşa 13 xwendingehan.
Mahmut Kaşikçiyê Qaymeqam û Wekîlê Şaredar bi Haci Bayram Ozcanê Alîkarê Şaredar ra derkete kontrola çêkirina Parka Avaşînê û li zarokên ku li parkê dilîstin pêlîstok belav kir.
Kaşikçi paşê derbasî kafeya li parkê bû û bi zarokên li dersa xwe dixebitîn û pirtûk dixwendin ra axivî.

Kaşikçi daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku di çarçoveya tezekirina parkan da qadên lîstika zarokan, aletên sporê û ciyên rûniştinê çêdikin û rewşa navçeyê diguherînin.
Qaymeqam Kaşikçi got ku ev cara ewil e li navçeyê ciyên ku meriv dikarin lê sporê bikin çêdikin û wiha pê da çû:
"Dema zarokên me xwe dişiqitînin ew ê êdî di nav ax û heriyê da nemînin. Di der û doreke paqij da ew ê bilîzin. Park bi tenê ciyê gerînê nîne, di heman demê da ciyê lîstika zarokan e. Me jî li gor vê parkên xwe serast kirin. Mezinên me jî êdî dikarin li van deran ji xwe rûnin û bîhna xwe bidin."
Kaşikçi got projeya "Ji her xwendingehê ra parkek"ê dane destpêkirin û di çarçoveya vê da ew ê li hewşa 13 xwendingehan parkan çêbikin û li hewşa 6 xwendingehan xebatên xwe temam kirine.