Haydar Şahin,Önder Beyter
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 25 Gulan 2017
ANKARA
Do êvarê yekeyên polês, cendirme û ewlekariya peravê li tevahiyê Tirkiyeyê operasyona hizûrê kirin, di xebatan da hezar û 485 kesên ku li wan digeriyan hatin derdestkirin. Di kontrolan da 115 wesayît, 68 debançe, 51 tivingên nêçîrê, 2 hezar û 837 fîşeng, 32 hişkeber, 24 hezar û 120 pakêt cixareya qaçax û 144 lître alkola qaçax hat girtin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da hat diyarkirin ku Teşkîlata Polêsên Tirkiyeyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlekariya Peravê do êvarê li 81 bajarî derketin xebata pêkanîna ewlehiyê.
Mustafa Gulcu û Servet Yilmazê Alîkarên Midûrê Giştî yê Ewlekariyê, Tumgeneral Alî Çardakçiyê Serokê Esayîşê yê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Mîralay Ahmet Kendîrê Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Peravê û gelek amirên yekeyên midûriyeta giştî li Navenda Kordinasyona Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê operasyon teqîb kirin.

12 hezar û 870 ekîbên ku ji 71 hezar û 531 personelî pêk tên tevlî operasyonê bûn û di xebatê da 13 wesayîtên hewayê, 82 wesayîtên behrê û 341 kuçikên dedektor hatin bikaranîn.
Li 6 hezar û 238 ciyan 605 hezar û 448 kes hatin kontrolkirin, hezar û 485 kesên ku li wan dihat gerîn jî hatin derdestkirin. Hat ragihandin ku 417 kes bi hin hincetan hatin binçavkirin, der heqê hezar û 558 kesan da karûbarên fermî hatin dîtin.
Di kontrolên li ser rêyan da 182 hezar û 921 wesayît hatin kontrolkirin, 115 wesayît hatin girtin. Ji ber kêmasiyan li 6 hezar û 607 wesayîtan ceza hat birîn, hezar û 905 wesayît ji trafîkê hatin menkirin.
Di kontrolan da 21 hezar û 631 karxane hatin kontrolkirin, ceza 452yên wan hat birîn û 41 karxane jî hatin girtin.
Di lêgerîna mirov, wesayît û kargehan da 68 demançe, 51 tifingên nêçîrê, 2 hezar û 837 gule, 69 haletên tûj, 32 demançeyên viroke, 15 gram eroîn, kîloyek û 524 gram esrar, 12 gram bonzaî, 14 gram metamfetamîn, 121 captagon, 24 hezar û 120 pakêt cixareya qaçax, 144 lître araqa qaçax hatin qefaltin.

- Bîlançoya sepanên "Aramî Tirkiye"yê
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku sepan bêkêşe û serkeftî kuta bûn û herwiha welatî jî ji ber sepanan gelek kêfxweş bûn.
Di sepanên Aramî Tirkiye ku heya niha di demên cuda cuda da 6 caran pêk hatin da 3 milyon û 2 hezar û 330 kes hatin kontrolkirin û herwiha 7 hezar û 855 kesên ku lê digerin, hatin desteserkirin.
Ji ber hin sedeman 3 hezar û 703 kes hatin binçavkirin, der barê 7 hezar û 873 kesan da miemeleya edlî û îdarî hat kirin.
Di kontrolên rêyan da jî 846 hezar û 803 wesayît hatin kontrolkirin û herwiha 381 wesayîtên ku lê digerin, hatin girtin.
Ji ber kêmasiyên wan ceza ji 33 hezar û 390 wesayîtî ra hat birîn û herwiha 8 hezar û 675 wesayît jî ji trafîqê hatin qewirandin.
Di lêgerînênên kargehan da jî 111 hezar û 413 kargeh hatin kontrolkirin û ji van ji 6 hezar û 340 hebî ra ceza hat birîn, jê 4 hezar û 657 heb jî hatin girtin.
Di lêgerînan da bi tevahî 2 çekên lûledirêj, 358 demançe, 331 tifingên nêçîrê, 8 hezar û 29 gule, 598 haletên tûj, 265 hişkeber, kîloyek û 404 gram eroîn, 17 kîlo û 199 gram esrar, 392 gram bonzaî, 2 kîlo û 134 gram metamfetamîn, 2 hezar û 269 captagon, 20 serî kirkirk, 169 hezar û 533 pakêt cixareya qaçax, 5 hezar û 773 lître araqa qaçax, 686 têlefonên mobîl ên qaçax, 195 berhemên dîrokî, 3 hezar û 190 lître mazota qaçax û herwiha 9 ton û 880 gram goştê ku diyar nîne ka ji ku hatiye, hatin qefaltin.