İbrahim Atmaca
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
VAN
Li Gewaşa navçeya Wanê ji bo çareserkirina pirsgirêka ava şirîn a Grava Axdamarê ku bi dîrok û xweşikiya xwe ya siruştî va navdar e, di binê Gola Wanê da çar kîlomêtre borî hat raxistin.
Ji bo pêdiviya ava şirîn ya Grava Axdamarê û Muzeya Bîrdariyê ya Akdamarê (Dêr) ku gelek turîstên xwemalî û biyanî ziyaret dikin, Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye, xebatan didomîne û ji sedî 90ê xebatan kuta bû.
Grava Axdamarê bi Gola Wanê, hewaya xwe ya paqij, hêşinahiya xwe ya siruştî, darên xwe yên behîvê yên çîçekan dide va cihekî ew qas xweş e ku ji ziyaretvanan xalî nabe. Ji bo ku grav her demsal hêşîn bimîne, jiyana heywanên lê dewam bike û pêdiviya avê ya ziyaretvanan pêk were, xebat hatin kirin.
Li pêşa Çiyayê Artosê ser çavkaniya Pinarbaşiyê depoyek hat çêkirin û ji bo ava ku wê ji vê depoyê bikşînin gravê, bi bariyerên beton va borî peyayî binê avê kirin.
Di çarçoveya xebatan da 4 kîlomêtre borî di bin Gola Wanê da hat raxistin. Piştî kutakirina raxistina boriyan, tê payîn ku çend roj şûnda ava şirîn bidin gravê.
Alîkarê Midûrê Giştî yê VASKIyê Emrah Çayirli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo parastin û xweşkirina Hewzeya Gola Wanê wan Projeya Tesîsa Dawerîna Ava Xebitandî û Projeya Ji bo Grava AKdamarê Peydakirina Avê da destpêkirin.
Çayirli destnîşan kir, ji bo xweşikirina Hewzeya Gola Wanê, xweşkirina qadên turîstîk û ji bo ku heywanên li Grava Axdamarê jiyana xwe bidomînin, pêdiviya ava şirîn hebû û wiha dewam kir, "Ji xeyalên herî mezin ê Birêz Waliyê me bû ku ava şirîn bikişe gravê. Vê gavê hindik ma ku em vê xeyalê pêk bînin. Em ê di nav vê mehê da vekirina projeya xwe bikin."
Şaredarê Gewaşê Sînan Hakan jî Grava Akdamarê ne tenê ya Wanê ye, ji nirxên turîzmê yên herî girîng ê welêt e.
Hakan diyar kir ku ji bo Axdamarê projeya avê xewneke wan bû û wiha dewam kir, "Pêkhatina projeyê bû nesîb. Li gor efsaneyê 'Tamara' negihîşt berdilkê xwe, lê em ê avê bigihînin Axdamarê."
Hakan destnîşan kir ku bi projeya avê va hejmara ziyaretvanên ku par dora 120 hezar bûn, wê îsal derkeve 200 hezarî û ew li bendê ne ku salên pêş jî derkeve 400 hezarî.