Li taxa Gorunduya Gewaşa navçeya Wanê welatî her şev li malekê dicivin û lîstikên ku ji bav û kalan mane dilîzin.
Welatiyên ku li taxê dijîn, di ciyê ku wextê xwe li qehwexaneyê derbas bikin, edet û kevneşopiyan xwe diparêzin.
Welatî ji bo ku edetên bav û kalan derbasî nifşên teze bibin û ciwan bi tiştên beredayî re eleqedar nebin, bala xwe didin ser edet û kevneşopiyên berê.
Bi taybetî jî di şevên zivistanê yên dirêj de mêrên li taxê dijîn tên cem hev û bi hev re şevên xwe dibihêrin.
- "Teknolojiyê zirarê da sohbet û têkiliyan"
Faysal Damarê 60 salî yê ku li taxê qedirbilind e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku edet û kevneşopiya bav û kalan radigihînin nifşên teze.
Damar destnîşan kir ku bi teknolojiyê re têkiliyên civakê xera bûn û got ku bi taybetî me li taxê qehwexane venekir da ku welatî herin malên hev û di nav têkiliyê de bin.
Damar diyar kir ku bi taybetî lîstikên wek "gore, moz, bêziman, kerr û zûgotinok" dilîzin û wiha axivî: "Ji bo lîstika goreyê em du tîm çêdikin û pere dikin nava 5 cot gore û hewl didin ku pereyê di goreyan de bibînin. Di lîstika mozê de jî yê di ortê de dibe moz, dike vizînî û hewl dide ku li çokên du kesên li tenişta xwe bixe. Yên li teniştê jî bi daran li destê yê li navê dixin. Heger pêk neyne û di nav lîstikê xeber bide, em wî hildidin nav xwe û 3 caran li pişta wî dixin. Lîstika zûgotinokê jî dişibe lîstikên bêziman û kerrê. Em xwe didin rû hev û giloverek çêdikin û bi çoka hev digirin. Yê serî zûgotinek dibêje û em jî lê vedigerînin. Heger em lê venegerînin, cezayên cur bi cur dixwin."