Önder Beyter
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Lîstikvan û bêjer Kadîr Çopdemîr beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Lîstikvan Çopdemîr li wêneyên di kategoriya "Nûçe", "Jiyan" û "Werziş"ê yên ku nûçegihanên wêneyan ên AAyê li nava welat û dervayê welat kişandin da mêze kir û paşê ji bo "Wêneyên Salê" dengê xwe da.
Çopdemîr di kategoriya "Nûçe"yê da wêneya ku Yunus Keleş li bajarê Mûsilê yê Iraqê kişand û sernava wê "Bîrên Neftê yên Agirpêketî yên li Geyareyê" ye hilbijart.
Herwiha Çopdemîr yek bi yek li wêneyên ku kategoriya wan "Jiyan" e mêze kir û dengê xwe da wêneya Zekeriya Karadavut ku sernava wê "Kostak bi ereboka profesyonel vegeriya kûla xwe".
Çopdemîr di kategoriya "Werziş"ê da jî dengê xwe da wêneya haltervanê neteweyî Bunyamîn Sezer a li Xirvatistanê ya ku bi destê Mario Strmotic hat kişandin.