24 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ANKARA
Hêzên ewlehiyê yên ku li Sûra navçeya Diyarbekirê di bin şert û mercên giran de dijî terorê têkoşîn dikin, bi axaftin û tevgerên xwe hema bêje dersê mirovahiyê didin terorîstên ku teslîm dibin.
Duh li Sûrê 3 terorîst teslîm bûn û dîmenên teslîmbûna terorîstan ji aliyê çavkaniyên ewlehiyê ve bi hêmanên çapemeniyê re hatin parvekirin.
Di dîmenan de dixûyê ku hêzên ewlehiyê digel baranê û kolanên teng bi hesasiyeteke mezin xebatên têkoşîna dijî terorê berdewam dikin.
Hêzên ewlehiyê piştî pevçûnên mezin di dawiya kolaneke teng de komeke terorîstan asê dikin û wekî "teslîm bibin cihê wê yê revê tune" bangî terorîstan dikin. Di dîmenan de dixuyên ku sê terorîst guh didin bangê, destê xwe bilind dikin û teslîm dibin. Hêzên ewlehiyê dibêjine terorîstan ku "Gelî ciwanan, hûn êdî di bin temînata dewletê de ne. Hûn emanetî me ne, dê tu kes zirar nede we."
Ev demek e ku operasyon berdewam dikin. Di dîmenan de bal dikşîne ku hêzên ewlehiyê digel ku hevalên wan ên kar ên herî nêz şehîd dikevin jî bi xweşbînî hemberî terorîstên ku teslîm dibin tevdigerin.