Sidar Can Eren
19 Mijdar 2021•Rojanekirin: 20 Mijdar 2021
Di operasyonên li Mazgîrt û Xozata navçeyên Tunceliyê hatin lidarxistin da 7 stargehên ku terorîstan bi kar dianîn hatin hilweşandin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê weşand ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr di çarçoveya Operasyona Eren-7 Mercan Munzurê da li çol û çiyayên Mazgîrt û Xozatê dijî terorîstan operasyon li dar xist.
Hêzên ewlehiyê di encama xebatên lêgerîn û kontrolkirinê da 7 stargehên hat tespîtkirin ku terorîst bi kar tînin, derxistin meydanê.
Hêzên ewlehiyê 3 pergalên teqemeniyên bidestçêkirî, 76 cebilxaneyên kalaşnîkofê, 15 kîlogram amonyumnîtrat, 3 tup, 16 blokên pîl, aku, 2 radyo, 2 lembayên destan, 2 çenteyên piştê, tilimê xewê, 30 metre xortoma avê, 20 metre qabloya ceyranê, sîwanek, tupeke biçûk, bêtêla destan û xwarin, xurek, şekal û gelek amûrên din bidestxistin û paşê jî hemû şikeft hilweşandin.