11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê piştî ku qedexeya derketina derva ya li 6 tax û kolanekê hat rakirin, welatiyên ku ji ber bûyerên terorê û tundiyê aciz in, koç dikin.
Li Sûra ku qedexe rabû bi sedan welatî bi eşyayên ku hildan cem xwe ji navçeyê koç dikin.
Li navçeyê dikandarên ku ji ber xendek, barîkat û dafikên teqemeniyê nikarin dikanên xwe vekin û kar bikin, ji navçeyê derdikevin.
- Ji ber terorê koç dikin
Welatiyên ku koç dikin bi eşyayên bi xwe ra tînin tên ciyê kontrolkirina polêsan û piştî lêgerîn û kotrolkirina nasnameyan derbas dibin.
Hin welatiyên ku koç dikin diçin cem xizmên xwe û hin malbat jî dikevin avahiyên ku tevîhev kirê dikin.
- "Ji ber bûyeran em cî û warê xwe diterikînin"
A.Ç.yê ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir ku ji ber bûyeran mexdûr dibin.
A.Ç. destnîşan kir ku tevî 8 zarokên xwe di serma û seqemê da derketiye rê û got ku eşyayên xwe didine pişta xwe û diçin û wiha dewam kir: "Ji ber bûyeran em koç dikin. Em bûne koçer. Em hêvî dikin ku di demeke nêz da hizûr û aramî çêbe."
- "Ji ber ewlehiya can em ji malên xwe derketin"
S.Ç. jî diyar kir ku gelê navçeyê rojên zor û zehmet derbas dikin û wiha got: "PKK hat vir û ji ber pevçûnan em derdikevin. Ji ber ewlehiya can em ji malên xwe derketin. Em ê 2-3 malbat di malekê da bimînin."