Önder Beyter
29 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Leglegên ku li Bîngolê danîn, ligel cûcikên xwe cardin dest bi amadekariya koçê dikin.
Hejmara leglegên ku zivistana xwe li Afrîkayê li qeraxên Çemê Nîlê derbas dikin û di meha adarê da jî koçî herêmê dikin, piştî temambûna maweya kurkê ya di hêlûnên li ser dîregên ceyran û telefonê yên li ser guzergeha rêbejaya Bîngol-Gencê da bi cûcikên ku ji hêkê derketin va zêde bû.
Leglegên ku bi zehmetiyeke mezin cûcikên xwe mezin dikin, berî koça ber bi Afrîkayê, firînê fêrî cûcikên xwe dikin. Cûcikên leglegan ku dê bi qasî mehekê di hêlûnê da baskê xwe vekin û bigirin û her wiha dê li herêmê ligel leglega mak û ya dîk mesafeyên kurt bifirin.
Piştî ku serma bikeve erdê jî cûcikên leglegan dê ligel maka xwe û leglegên dîk, ref bi ref koçî deverên germ ên Afrîkayê bikin.
- Dîkên pîr hêlûnê çêdikin
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Zooteknîkê û Alîkarê Dekanê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Bîngolê Doç. Dr. Hakan Inci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku legleg ji Afrîkaya Başûr tên Tirkiyeyê.
Inci diyar kir, leglegên dîk ên pîr ku ewil tên, hêlûnê çêdikin û dû ra leglegên makurk tên û wiha dewam kir, "Ji bo dîtina hêlûnên salên çûyî û ji ber ku tecrubeya wan zêdetir e, pêşiyê leglegên pîr tên. Leglegên dîk ên pîr hêlûnên berê tesbît dikin û heger ev hêlûn di ciyê xwe da mabe, kêmasiyên wê temam dikin û heger li ciyê xwe nebe jî dest bi amadekirina hêlûneke nû dikin. Di nava 7-8 rojan da hêlûna nû temam dikin û dû ra leglegên makurk tên û tê da hêk dikin."
Inci got ku legleg salê carekê, 1 an jî 7 hêkan dikin û dû ra dîk û makurk bi hev ra miqateyî kurkê dibin, maweya kurkê jî qedera 34-35 rojan e.
Inci destnîşan kir, dîk û makurk bi hev ra biqateyî cûcikên ku ji hêkê dertên dibin û piştî hefteya şeşemîn jî cûcik baskên xwe dihejînin û wiha dewam kir:
"Ji hefteya heştemîn pê va cûcik ligel dîk û makurkê dest bi rahênanên firînê dike. Cûcikên leglegan ji hefteya heştemîn şûnda dest bi firînê dikin û ji meha îlonê pê va jî ji welatê me diçin. Legleg bi piranî li deverên germ zivistana xwe derbas dikin. Legleg ji ser Afrîkaya Başûr tên welatê me û li vê derê piştî ku cûcikên xwe mezin dikin, meha îlonê dîsa ji ser Ewropayê ra koçî Afrîkaya Başûr dikin."