Abdullah Tel
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
CHICAGO
Li DYAyê kesên dixwestin ji stresê xilas bibin bi vê armancê polîgonên bivir avêtinê ava kirin. Ev tevger her ku çû di nav milet da belav bû û li welatên din jî deng veda. Li ser eleqeya zêde di vê qadê da êdî pêşbazî tên kirin û ew gihîşt statuya lîgê.
Lîga Biviravêtinê ya Dinyayê (The World Axe Throwing League - WATL) ya ku bi mazuvaniya şirketa Bad Axe Throwingmê di 9-10ê cotmehê da Chicago jî di nav da bi tevahî li 15 bajarên DYA, Kanada, Brezîlya û Îrlandayê dest pê kir.
Di vê tûrnovaya şampiyonaya biviravêtinê ya ewil a dinyayê da nêzî hezar kes wê bi qasî 8 hefteyan têbikoşin.
Wezişvanên biviravêj seranserê 7 hefteyan wê rojê 40 carî biviran biavêjin. Di nav biviravêjan da kesên herî serkeftî jî wê beşdarî tûrnovaya ku hefteya dawîn bê lidarxistin, bibin.
Di şampiyonaya "Biviravêjê Herî Baş ê Dinyayê" da 3 hezar û 500 dolar pere wê wek xelat bidin kesê yekemîn.