09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Der heqê Feleknas Ucaya Parlementera HDPê ya Diyarbekirê da ji ber sûcê "endama rêxistina terorê ya çekdare" bi daxwaza ku ji 7 sal û nîvî bigire heta 15 salan cezayê hepsê lê bibirin, doz hat vekirin.
Di Makezagonê da xala der barê parêzbendiyê da hat veguhertin û piştî ku ew guherandin di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê mêzekirina dosyayên parlementeran jî dest pê kir.
Di vê çarçoveyê da Dadgeha Cezayê Giran a 5emînê îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ku der heqê Ucayê da amade kiribû, qebûl kir.
Di îdianameyê da hat gotin ku di 24ê Gulanê da li Parka Koşuyoluyê ya ser navçeya Baglarê çalakiya "Jin ji bo jiyaneke nû tên bal hev" hat lidarxistin û Uca di axaftina xwe ya li wir kir da pesnê YPJ, YPG û HPGya baskên PKKê yên li Sûriyeyê ne da û got ku ew "sembolên azadiyê ne" û ji bo belavbûna fikr û ramanên Serokê PKKya rêxistina terorê Abdullah Ocalan hewl û xebata ku Ucayê da jî di heman îdianameyê da cij girt.
Di îdianameyê da ji bo Feleknas Ucaya Parlementera HDpê ya Diyarbekirê ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", ji 7 sal û nîvî bigire heta 15 salan cezayê hepsê tê xwestin.