23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Parlementerên HDPyê yên Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp û Feleknas Uca û Endamê Meclisê yê DBPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Firat Anli beşdarî cinazeyê endamê PKKya rêxistina terorê ku li Şirnexê hat kuştin bûn.
Li ser daxwaza malbatê ji bo Baran Kavalê endamê PKKyê yê bi nasnavê "Tofan Amed" ku di dema îlankirina xweseriyên qaşo da hatibû kuştin û li goristana bêkesan hatibû veşartin, lêkolîna DNAyê hat kirin.
Piştî ku DNA li hev kirin malbatê xwest ku cinazeyê endamê rêxistinê li Diyarbekirê defin bike. Cinazeyê Kaval ji goristana bêkesan hat derxistin û birin Goristana Yenîkoyê ya li Baglarê.
Parlementerên HDPyê yên Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp û Feleknas Uca û Endamê Meclisê yê DBPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Firat Anli jî beşdarî cinazeyê endamê PKKyê bûn.
Di merasima cinazeyê endamê rêxistinê da wêneyê Kaval hat rakirin û sîmgeya rêxistinê avêtin ser darbestê.
Di merasimê da ji bo rêxistina terorê dirûşm hatin berzkirin.