27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
MUGLA
Xebatên ji bo qefaltina 10 eskerên ku dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO), êrîş birin ser otêla li Marmarîsa navçeya Muglayê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan lê dima, dewam dikin.
Wêneyên 10 eskerên ku piştî êrîşê revîn daristanê û hê nehatine qefaltin, li hêzên ewlekariyê yên li vir lêgerînê dikin belav kirin.
Li herêmê ji hewa, beja û deryayê va xebatên lêgerînê dewam dikin.
- Ji bo sûîqastê cebilxane anîne
Di encama lêgerîna li ser cil û bergên eskerên ku tevlî sûîqastê bûn da derket holê ku bi qasî cebilxaneyeke malzemeya anîne cihê bûyerê.
Di destê eskerên derbeker da heta niha 22 tifingên piyade yên tîpa HK 416, tifingeke piyade ya tîpa M4, 6 bombeavêj, 22 fişekên bombeavêjê, 5 tebanceyên bi markeya Baretta, tebanceyeke bi markeya Sîg Saûer, tebanceyeke bi markeya Glock, 3 hezar û 874 fişekên di çekên lûledirêj da tên bikaranîn, 668 fişek, 11 bombeyên destan, 15 dûrbîn, 7 dûrbînê şevê, 856 kovanên çekên lûledirêj, 103 şarjorên çekên lûledirêj, 34 şarjorên tebanceyê, 20 êlegên pola, 2 kêrên komandoyê, 23 seriyên balastîk ên kompozît, 18 êlegên parastinê, 39 plakayên ku di çêkirina êlegên pola da tên bikaranîn, 9 êlegên hicûmê, 7 kelepçeyên plastîk, 2 cîhazên ragihandinê, 11 bêtêl, 3 lambeyên serî, 2 têlefonên desta, 16 perçeyên têlefonên şikestî, 4 çenteyên piştê, fistiq, 2 maskeyên ajovanên motorê, 3 nexşeyên Marmarîsê, 3 qutiyên fişekên tebanceyê, 3 lîsteyên kodê yên bêtêlan, 2 taxim serûm, şarjek têlefonê, tizbiyek, 4 cuzdan hatin desteserkirin.