Fatih Gazioğlu
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
HATAY
Weqfa Maf û Azadiya Mirovan ya ji bo Alîkariya Mirovî (ÎHH) li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji bo zarokan lunapark ava kir.
Berpirsiyarê Çapemeniyê yê Weqfa ÎHHyê Selîm Tosun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got alîkariya ku ew didine zarokên Sûriyeyê dewam dikin.
Tosun got ku zarokên li Sûriyeyê mezin dibin, dinyaya bêşer ka çawa ye nizan in û wiha dewam kir:
"Me li bajarê Îdlibê qadeke vala dît û ev der me ji bo zarokan vegerande lunapark. Di parkê da çerxûfelek, trambolîn, zirnazîq, qadên listîkê û hêlekan ava kirin. Qasî 200 zarokên êtîm ji xwe leyîstin û kêf kirin. Zarokan rojeke xweş derbas kirin."
Tosun diyar kir ku wan piştî çalakiyê hin diyarî belavî zarokan kir.