Fatih Gazioğlu
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ASTANA
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir ku di krîza li Sûriyeyê ya ku ji sala 2011an meha adarê dest pê kiribû û heta îlona sala 2017an, 13 hezar û 104 kes bi îşkenceyê hatine kuştin.
SNHRyê der barê kuştinên li Sûriyeyê de raporek weşand. Di raporê de wiha hat gotin: "Di krîza li Sûriyeyê ya ku ji sala 2011an meha adarê dest pê kiribû û heta îlona sala 2017an, jê 166 zarok, 57ê wan jî jin bi tevahî 13 hezar û 104 kes bi îşkenceyê hatine kuştin."
Di raporê de dîsa hat gotin ku ji meha adarê ya sala 2011an heta sibata meha sala 2017an, 106 hezar û 727 kes jî hatine girtin. Ji sedî 90.15 (85 hezar û 36 kes) wan jî bo zorî hatine wendakirin.
Di raporê de hat gotin ku ji destpêkirina hevdîtinên Astanayê ya ku 23yê çileya paşîn a dest pê kiribû heta niha herî kêm 5 hezar û 24 kes hatine girtin, 5 hezar û 27 kes jî bi zorê hatine wendakirin.
Di civîna 7emîn a der barê Sûriyeyê de ku li Astanaya paytextê Qazaxîstanê tên kirin, bi beşdarbûna Tirkiye, Rûsya û Îranê dewam dike.