14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji ber sûcê "Mixalefeta Qanûna Meşên Xwepêşandanê û Civînê" ya ku der heqê Fîlîz Kerestecîogluya Parlementera Stenbolê ya HDPyê tê kirin de li Enqereyê bi wesfê "gumanbar" bangî Kerestecîogluyê kirin.
Piştî qanûna der heqê rakirina destlênedayîna rêzikdanînê ya parlementera a ku di destûra bingehîn de guherînê dike di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê, fezlekeya der heqê Kerestecîogluyê de ji Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê re hat şandin.
Serdogzeriyê di vê çarçoveyê de ji bo ku îfadeya Kerestecîogluyê bê sitandin ji Serdozgeriya Komatê ya Enqereyê re telîmat nivîsand.
Hat ragihandin ku Serdogzeriya Komarê ya Enqereyê jî ji TBMMyê re teblîxat şand û bi wesfê "gumanbar" bangî Kerestecîogluyê kirin.
Hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê bi hinceta ku beşdarî xwepêşandana bêdestûr a ku HDPyê di 4ê sibatê de li Ataşehîrê ji bo ku operasyonên ku li Cizîrê protesto bike, bûye der heqê Kerestecîogluyê de bi îdiaya "Mixalefetê Qanûna Meşên Xwepêşandanê û Civînê Kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.