15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Mehmûd Mihemedê Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku heke PKKya rêxistina terorê dawî li êrîş û propagandaya tarî ya ku bi saya çapemeniyê dibe ser endamên partiyê û alîgirên wê neyine dê bertekeke tund nîşan bidin.
Mihemedê berdevkê PDKa di bin serkêşiya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de ji ser malpera fermî daxuyaniyek da û got ku "Hin malperên nûçeyan û qenalên televîzyonê yên nêzî PKKyê yan jî girêdayî wê der heqê kadroya PDKê û alîgirên wê de nûçeyên derew ên ku rastiyê nîşan nadin diweşîne û hewl dide ku wan biçûk bixe."
- PKK dijî avakirina gundan û referandûmê ye
Mihemed diyar kir ku nûçeyên ku ji aliyê PKKê ve tên çêkirin rastiyê nîşan nadin û xwest ku gel bawerî bi van agahiyên xelet neyne û wek sedemê ji aliyê PKKê ve çêkirina van nûçeyan de wiha axivî:
"Sedemê ewil PKK dixwaze ku li herêmên ku lê bi cî bûye jinûveavakirina gundan asteng bike an jî gundên ku hatine avakirin bide valakirin û wêran bike. Ev taktîka PKKê ye ku ev dehan sal e dijî gundiyan bi kar tîne. Sedema duyem jî ew e ku PDKê wekî ku dijî xebatên referandûma serxwebûnê ye nîşan bide û partiya me reş bike."
Mihemed da zanîn ku heke PKKya rêxistina terorê di demek kurt de dawî li çêkirina nûçeyên derew neyn dê tund bertek nîşan bidin.
Hin şaxên çapemeniyê yên girêdayî PKKê çend roj beriya niha eşkere kiribû ku bi îdiaya ku muxbiriya PDKê kirine li herêma çiyayî ya li sînorê Iraq-Îranê çend gundî hatine girtin. Rêxistinê îdia kiribû ku gundiyên ku girtin bi peretî ji îstixbarata PDKê re dixebitin, der heqê kampên wê yên li herêmê agahî radigihîne Hewlêrê. PDKê jî nûçeya navborî derewandibû.