Haydar Şahin
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
MALATYA
Li Meletiyeya ji sedî 85ê hewcedariya bi zedeliyan a dinyayê dibîne di 9 mehên ewil ên salê da 5 hezar û 949 ton kakilê zerdeliyan hat îxrackirin û 12 milyon û 85 hezar dolar dahat hat qezenckirin.
Li Tirkiyeyê 17 milyon darên zerdeliyan hene û ji wan 8 milyon dar li Meletiyê ne. Kêmzêde 50 hezar malbat debera xwe bi zerdeliyan dike. Li bajarê wekî "paytextê zerdeliyan ê dinyayê" tê zanîn xêncî zerdeliyan kakilê zerdeliyan jî tên nirxandin.
Di sezona îxracatê ya 2017-2018an da ji bajêr 94 hezar û 965 ton zerdeliyên hişkirî hatin îxrackirin û pê 260 milyon û 259 hezar dolar dahat hat bidestxistin.
Qasî zerdeliyan kakilê zerdeliyan jî ji bo bajêr qelemeke îxracatê ya girîng e. Par 6 hezar û 100 ton kakilê zerdeliyan ji bajêr hat îxrackirin û jê 14 milyon û 743 hezar û 552 dolar dahat hat qezenckirin. Îsal di heyama rêbendan û îlonê da 5 hezar û 949 ton kakilê zerdeliyan hat îxrackirin û jê 12 milyon û 85 hezar dolar dahat hat qezenckirin.
Li piyaseya navxweyî kakilê bi qalik bi 2 lireyî, qalikê bêqalik jî bi 10 lireyî tê firotin.
Ramazan Ozcanê Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sedî 80yê dendikên zerdeliyên bajêr tên îxrackirin.
- Îxracî 50 welatî dikin
Ozcan bi bîr xist ku îsal dendikê zerdeliyan îxracî 50 welatî kirin, di 9 mehên ewil ên îsal da hezar û 968 ton îxracî Almanyayê, hezar û 331 ton îxracî Îtalyayê, 656 ton jî îxracî Hindistanê kirin.
Ozcan got rekolteya dendikên zerdeliyan bi qasî ji 4 paran pareke zerdeliyên hişkirî digre û wiha pê da çû:
Heke 100 hezar ton zerdeliyên hişkiriî hebe tê wê meneyê ku 25 hezar ton dendikê zerdeliyan heye. Ji 25 hezar ton dendikî jî ji 4 paran parek kakil derdikeve. Em di salê da 7-8 hezar ton dendikan dinirxînin. Di salê da kêmzêde 6 hezar ton dendik tên îxrackirin. Ewropa û Amerîkayê ji bo îxracata dendikên zerdeliyan bazarên girîng in. Bihayê kîloya kakilê zerdeliyan li gor qelîteyê diguhere û di navbera 1,5-2 dolaran da tê firotin."