İbrahim Atmaca
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ARTVÎN
Habîbe Akdemira ku li Ardanuça navçeya Artvînê dijî, 25 sal e aşê avê yê ku ji xezûrê wê jê ra maye, dixebitîne.
Habîbe Akdemira 50 salî biryar da ku piştî wefata Mustafa Akdemirê xezûrê xwe vî karî bidomîne. Xezûrê wê jixwe hûrgiliyên karê aşvaniya avê hînî wê kiriye.
Akdemira dayika 4 zarokan wek "xatiya aşvan" tê nasîn û 25 salên xwe di aş da derbas kiriye. Ji çar aliyê bajêr dexl û denên wek gilgil û genim li aşê wê tê hêran û Akdemir bi aşvaniyê va debara malbata xwe dike.
Akdemirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku aşê wê 150 salî ye.
Akdemirê diyar kir ku aş di nav van salên dûr û dirêj da ketiye destê çendîn kesan û wiha dewam kir: "Herî dawîn xezûrê min kiriye. Piştî ku ez bûm bûka vê malê, ez aşvaniyê ji wî hîn bûm. Piştî wefata xezûrê min, ji ber ku mêrê min û xasûya min nexweş bûn, min ev kar kir. Ez jî 25 sal e vî karî bi tena serê xwe dikim."
Berê gelek kesan aşvanî dikir û wiha dewam kir:
"Tenê li vê navçeyê 3 aşên avê yên cuda hebûn. Hemûyan girt, aşê me tenê maye. Kar jî kêm bû. Berê di traktor û wesayîtan da genim, ceh û gilgil dihat. Van salana ancax du sê tenekeyan tînin. Kar weke berê tuneye. Me berê şevê jî aş dida xebatê. Ez rojane dikarim 200 kîlo dexl û den bihêrim, lê ji ber ku êdî zêde nayê, nîvendî rojê 50 kîlo genim û gilgil dihêrim."