09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
MALATYA (AA) - Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê wê heta sibê hewayê pir ewrayî be.
Hat gotin ku germahiya hewayê wê di navbera 2 û 4 pileyan de kêm bibe, bayê bê, qeşa û mijê çêbibe.
Meteorolojiyê hişyarî da rayedar û welatiyan ku bila baldar bin û tevdîrên xwe hildin.