09 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç got, "Vî erdî gelek qehreman derxistine. Di pêşerojê da emê astengên li pêşiya gihaştina wan qebûl nekin. Dîsa Diyarbekirê qehremanên ku ji vî erdî û welatî ra xizmetê bikin bigihîne."
Wezîr Kiliç di çarçoveya temasên xwe da di bernameya "Hevdîtina Sporê û Ciwanan" a ku li otêlekê hat lidarxistin da bi nûnerên hin saziyên civaka sivîl, pêşbazên serkeftî û nûnerên hin kulubên sporê ra hat ba hev.
Kiliç li vê derê axivî û di axaftina xwe da got ji bo ku xebatên di nav wezîfeya wezaretê da tên jimartin teqîb bikin bi hevalên xwe ra hat ziyareta bajêr.
Kiliç diyar kir ku li bajêr ziyareteke bi ber û bereket kir, Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy der barê tesîsên sporê da raporek dayê û di nav raporê da projeyên ku ji bo wan 16 milyon lire hewce dikin hene.
Kiliç wiha pê da çû:
"Bira ji Diyarbekirê me ra helal be, lewra Diyarbekira me ji bo me ji bajarên me yên herî girîng e. Hemû bajar û wîlayetên me girîng in, girîngiya Diyarbekirê cuda ye. Ji bo me ji hêla dîrok û şaristaniyê va girîngiya Diyarbekirê heye."
Kiliç destnîşan kir ku derdê wan ew e herin hemû bajarên Tirkiyeyê û xizmetê bibin her derê welêt û wiha got: "Derdê Birêz Serokomarê me ev e. Birêz Serokwezîrê me ji bo vê hewl dide."
Kiliç diyar kir ku di Goristana Çanakkaleyê da ji herêmên ku îro di nav sînorên me da nînin jî kesên şehît hene û bal kişnad ser şerê li Sûriyeyê.
Kiliç destnîşan kir ku di mijara Sûriyeyê da derdê wan ax nîne û wiha got: "Ji me ra dibêjin çi karê we li Sûriyeyê heye. Yên ku wiha pirs dikin bila herin Goristina Çanakkayê ya şehîtan. Li wir Heleb, Şam, Uskup, Selanîk, Mostar û Saraybosna heye. Serokomarê me got, derdê me ax nîne. Em dixwazin ji birayên xwe ra bibin alîkar."
Kiliç diyar kir ku hin kes dibêjin xebatên li Diyarbekirê "bi fona Yekîtiya Ewropayê tên çêkirin û got ku hemû bi hêza Komara Tirkiyeyê tên çêkirin û wiha dewam kir: "Hûn berê xwe didin çavê me û derewan dikin. Hûn çawa tiştekî wiha dibêjin. Dema hikûmetên AK Partiyê de heta niha li Diyarbekirê 26 milyar veberhênan hatiye kirin."
- Ji bo Diyarbekirê stada 150 milyonî
Kiliç got ku niha li Diyarbekirê wargeheke KYKyê ya ku qepasîteya 7 hezar 800 kes e heye û demeke kin de jî ew ê stadeke 150 milyon lireyê wê bê çêkirin.
Kiliç got êdî bi Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ra jî hevkariyê dikin û wiha axivî: "Niha em li Şaredariya ra dikarin bi hevpar bixebitin. Çima? Çimkî em dizanin ev pere ji bo gel tên xerckirin û em dizanin ev perê wê ji bo diyarbekiriyan were serfkirin."