Abdullah Tel
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
DERA/ANKARA
Muxalifên eskerî yên li Deraya bajarê Sûriyeyê ku rejima Esed û piştevanên wî êrîşên tund dibin serê ragihandin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber êrîşên ku du di rojên dawîn qewimîn da jî 14 sivîl hatin kuştin.
Odeya operasyona hevkar a komên eskerî yên li Derayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku têkoşîna li hemberî rejima Esed û piştgirên wî tê dayîn wê bidome.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku komên eskerî gihîştin hev û rê li hewlên pêşketina rejima Esed û piştevanên wî yên ev 8 roj in dewam dike girtine. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hemû kom û saziyên eskerî yên li Derayê li ser meseleya liberxwedanê ya ku çareseriya sereke ye lihevkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Hat gotin ku bi saya piştgiriya hewayî ya Rûsyayê, rejim û milîsên wî li herêmên Busra Harîr û Melîhat el-Ataşê pêşva diçin lê zirareke mezin digihîje wan.
Muxalifan di daxuyaniya xwe da xwestin ku bila civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe bicih bîne.
- Di du rojên dawîn da 14 sivîl mirin
Ekîbên Parastina Sivîl a Derayê di parvekirina ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî da diyar kirin ku di êrîşên duh li deverên sivîl lê hebûn hat kirin da 2 jê jin 5 sivîl hatin kuştin.
Di daxuyaniya "Naba" ya tora nûçeyên herêmî ya aktîvîstên Derayê ava kirine da jî hat gotin ku îro li Derayê herî kêm 9 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên berdest di êrîşên ku du rojên dawîn li Derayê qewimîn da 14 sivîl mirin.