Önder Beyter
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ANKARA
Yarîzanê forvetê yê Alman Lukas Podolski ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê yarîzanê bi eslê xwe Tirk Mesut Ozil ku ji ber cudaxwaziyê dev ji Tîma Neteweyî ya Almanyayê berda da daxuyaniyek da.
Podolskiyê hevalê Mesut ê tîma neteweyî li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyeke pîrozbahiya serfiraziya Cama Cihanê FIFA 2014 bi nîşeya "Şeveke dîrokî ku em ê qet ji bîr nekin. Em herdem şampiyonê cihanê ne" parve kir.
Podolski herwiha di parvekirina xwe da wiha jî got, "Ji bo min herdem tiştekî efsûnî bû ku ez û tu em di tîmekî da bûn. Herdem şad be û erênîtiya xwe biparêze."