Önder Beyter
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ZONGULDAK
Li memleketê yarîzanê bi eslê xwe Tirk Mesut Ozil, Devrekê li ser kolana ku navê Mesut Ozil lê kirine, tabelaya ku wêneyê Ozil a bi formaya Tîma Neteweyî ya Almanyayê li ser e, bi tabelaya ku wêneya wî ya bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li ser e, hat guhertin.
Mesut Ozilê ku formaya tîma Arsenal a Îngiliz li xwe dike, ji ber êrîşên nijadperest û cudaker ji Tîma Neteweyî ya Alman veqetiya. Vê biryarê li memleketê wî Zonguldakê jî reng veda.
Şaredariya Devrekê tabelaya ku wêneyê Ozil a bi formaya Tîma Neteweyî ya Almanyayê li ser e, bi tabelaya ku wêneya Ozil li Londonê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra kişandibû li ser e, guherand.
Şaredarê Devrekê Mustafa Semerci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ji ber biryara Ozil, serbilind û kêfxweş in.
Semerci bal kişand ku ji ber helwesta nijadperestane a dijî Mesut Ozil, diviyabû ew jî bertekekê bidin û wiha dewam kir, "Lewma em jî xwedî li hemşehriyê xwe derketin û me xwest ku em çendîn çalakiyan li dar bixin. Li navçeya li ser konala ku me navê Ozil dabûyê, tabelayek hebû ku li ser tabelayê jî wêneya Ozil a bi formaya Tîma Neteweyî ya Alman hebû. Me biyar da ku em tabelayê biguherînin. Me wêneya ku wî li Londonê bi Seorkomarê me ra kişandibû, danî ser tabelayê."