Önder Beyter
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
RIYAD
Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman ji ber serkeftina wî ya hilbijartinê, pîrozbahî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, Mihemed bîn Selman di peyama xwe ya tebrîkê da ji ber serkeftina hilbijartinê, pîrozbahî da Serokomar Erdogan.
Prensê Welîehd di peyama xwe da wiha got:
"Ez ji Serokomarê Tirkiyeyê ra xweşî û bextewariyê, ji gelê Tirk ê birayê me ra jî pêşketin û geşepêdanê dixwazim."
Qral Selman bîn Ebdulezîz jî duh êvarê bi têlefonê li Serokomar Erdogan geriyabû û pîrozbahî lê kiribû.