Önder Beyter
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL (AA) - Lîstikvanê stêrk ê tîma spanyol Real Madrîdê yê ji Portekîzê Cristiano Ronaldo ligel tîma xwe di destpêka lîgê da performansa herî qels nîşan da.
Piştî ku di Kupaya Super a Spanyayê da kartê sor xwar û cezayê 5 pêşbirkan wergirt, Ronaldo derket yarîgehê, lê performansa ku jê dihat hêvîkirin, nîşan neda.
Ronaldo di hersê pêşbirkên Lîga Yekemîn a Fitbola Spanyayê (La Lîga) da qet gol neavêtin û herwiha bi tenê asîstek kir. Wate ew e ku Ronaldo ji 2009 sala ku formaya Real Madrîdê li xwe kir û vir va di La Lîgayê da destpêka xwe ya herî bêberhem kir.
- Sezona herî biberhem a 2015-2016an e
Ronaldo di Real Madrîdê da performansa xwe ya herî baş a hersê hefteyên pêşiyê di sezona 2015-2016an da derbas kir.
Ronaldo di sezona navborî da di herdu hefteyên pêşiyê da tiştek nekiribû, lê di hefteya 3yemîn da di pêşbirka li hemberî Espanyolê da performansa 5 gol û asîstekê nîşan dabû.
Di hersê hefteyên pêşiyê yên La Lîgayê da performansên Cristiano Ronaldo ên bi formaya Real Madrîdê wêna ne:
| Gol | Asîst |
|---|
| 2009-2010 | 4 | - |
|---|
| 2010-2011 | - | 2 |
|---|
| 2011-2012 | 4 | 1 |
|---|
| 2012-2013 | 2 | - |
|---|
| 2013-2014 | 1 | 1 |
|---|
| 2014-2015 | 5 | - |
|---|
| 2015-2016 | 5 | 1 |
|---|
| 2016-2017 | 1 | - |
|---|
| 2017-2018 | - | 1 |
|---|