Önder Beyter
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
VAN
Şaredariya Başkaleya navçeya Wanê bi boneya meha remezanê alîkariya xwe ya seba malbatên desteng didomîne.
Ekîbên Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariyê li navçeyê wekî alîkarî, koliyên xidayê û nanê rojane dan malbatên desteng.
Ekîbên şaredariyê di vê çarçoveyê da koliyên remezanê dan 3 hezar malbatî.
Di koliyan da birinc, nîsk, savar, fasulye, şekirê hûr, çay, zeytûn, maqirne, rûn, ar û alavên paqiiyê hene.