Nihat Kavşut
11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
ANKARA
Bi îmzeya Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum ji bona emilandina poşêtên plastîk bê kêmkirin ji rêvebiriyên herêmî ra biryarname hat şandin.
Li gor agahiyan bi îmzeya Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum ji bona emilandina poşêtên plastîk bê kêmkirin Midûriyeta Giştî ya Rêvebiriyên Herêmî ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji rêvebiriyên herêmî ra biryarname hat şandin.
Gorî biryarnameyê li ciyên ku poşêtên plastîk zehf tên emilandin şaredarî wê derfet û îmkanê çêkin ku welatî bi rehetî telîsên caw û fîleyan peyda bikin.