Abdullah Tel
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
ANKARA
Navenda Lêkolînê ya di bin banê TRT Worlda qenala Tirkiyeyê ku bi zimanê ingilîzî weşanê dike da hat avakirin ji bo qala hewla derbeya Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) ya bêbext a 15ê Tîrmeha 2016an bike bi zimanê ingilîzî kitêbek amade kir.
Bi edîtortiya Halîl Berktay û Pinar Kandemirê pirtûka bi navê "History and Memory: TRT World in the Face of July 15 Coup" (Dîrok û Bîr: Bi Çavê TRT Worldê Hewla Derbeyê ya 15ê Tîrmehê) hat amadekirin û di pirtûka ji 133 rûpelan pêk tê da bi analîzeke dîrokî qala hewla derbeyê tê kirin.
Pêşgotina pirtûkê jî ji hêla Midûrê Giştî yê TRTê Îbrahîm Eren va hat nivîsandin û beşa sereke ya yekemîn a bi navê "Dîrok"ê jî bi meqaleya Halîl Berktay a bi sernava "An Bi Serketibana?" dest pê dike.
Di pirtûkê da berê bi hûrgilî qala rûdanên girîng ên di dîroka siyasî ya nêz a Tirkiyeyê da wek derbeyên eskerî û qeyranên ku qewinîne tê kirin. Paşê di 15 û 16ê Tîrmehê da çi qewimî û qala hewla derbe û rûdanên li Enqere, Stenbol û Marmarîsê pêk hatin tê kirin.
Di beşa behsa kesên rê li ber derbeyê girtin tê kirin da tiştên wê şevê hat serê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Sererkan Hulusî Akar, Misteşarê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, Fermandarê Hêzên Taybet Zekaî Aksakalli û Omer Halisdemirê şeva derbeyê hat şehîdkirin, cih digire, daxuyanî û kirinên wan ên li dijî derbeyê jî yekoyek hatine rêzkirin.
Di beşa bi navê "Piştgirî û Liberxwedana li Meclisê" da behsa FETOya wek cimaeteke dînî dihat zanîn û çawa bû rêxistineke terorî tê kirin, delîlên nîşan didin Fetullah Gulen û FETO çawa derbe plan kirine jî li pey hev hatine dayîn.
Wêneyên bi destê nûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA) hatine kişandin jî di pirtûkê da ne.