13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
KILÎS
Li Kilîsê vemirandin û sarkirina şewatê dewam dike.
Li gorî agahiyan li herêma konteynirên berwext ên ser rêbeja Kilîs-Gazîentebê danê sibê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Agir bi tesîra bayê zêde bû.
Ji ber şewatê li herêma cebilxaneyê dengê teqînan hat. Rêya nêzî cihê bûyerê ji çûn û hatinê re hat girtin.
Ji Kilîs û Gazîentebê tîmên agirkûjiyê û tendûristiyê sewqî cihê bûyerê kirin. Xebata vemirandina şewatê dewam dike.
Li gorî daxuyaniya walitiya Kilîsê, ji ber şewatê mirî an birîndar tunene, 10 leşkerên ji dûmanê aciz bûn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê kirin. Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku xebatên vemirandin û sarkirinê dewam dike.
Ji aliyê din ve Waliyê Kilîsê Mehmet Tekînarslan û Şaredarê Kilîsê Hasan Kara li cihê bûyêrê lêkolînê kirin.