Abdullah Tel
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
ANKARA
Wezareta Karên Derva diyar kir ku Koma Xebatê ya Amerîka û Tirkiyeyê ji bo ku li Minbicê îstiqrar û ewlehî bi cih bibe di mijara xetên sereke da nexşerêyek diyar kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat gotin ku hevdîtinên di navbera Koma Xebatê ya Amerîka û Tirkiyeyê da bi mijarên hevkariyê yên li ser Sûriyeyê herdu aliyan jî eleqeder dike didomin û duh jî li Enqereyê civînek hat kirin.
Li ser Minbicê hat sekinîn û di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Herdu aliyan bi armanca ku li Minbicê îstiqrar û ewlehî bi cih bibe di mijara xetên sereke da nexşerêyek diyar kir."
Hat gotin ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ji bo ku pêşniyazên Koma Xebatê binirxînin wê di 4ê hezîranê da bên bal hev.