ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got ku 9 tirkên ku di 31ê cotmehê de li Libyayê hatibûn dîlgirtin serbest hatin berdan.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got ku ez dixwazim mizginekê bidim we û wiha got: "9 welatiyên me yên ku di 31ê cotmehê de li Libyayê hatibûn dîlgirtin serbest hatin berdan û niha li balafirê siwar bûn û tên Tirkiyeyê. Balafir wê derdora 20.00an de were Stenbolê. Bi taybetî malbatên wan û çavên me ronî be."